Xwendevana Zanîngeha Dîcleyê Jiyan Ateş li Dîlokê li mala ku lê mêvan bû hat binçavkirin.
Xwendevana Zanîngeha Dîcleyê Jiyan Ateş şevê din li Dîlokê li mala ku lê mêvan bû hat binçavkirin. Piştî ku polîsan li malê lêgerîneke berfireh pêk anîn Ateş xistin binçavan. Ateşa ku sedemê binçavkirina wê nehat hînbûn ji bo îfadeya wê bê girtin birin midûriyeta polîsan ya Amedê.