Li Dîlokê di dema derbazbûna trenê de teqîn: 2 birîndar

Li Dîlokê di dema derbazbûna trenê de teqîn: 2 birîndar

Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê di dema derbazbûna trena bar de teqîn rû da û di encamê de makînîst û alîkarê wî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine girtin,di bin trena bar ya di demjimêr 15.45’an de ji Îstasyona Fevzîpaşa birêket û qasî 750 metreyan ji garê dûrket, teqîn qewimî. Teqîna ku bi komandoya ji dûr ve hatî pêkanîn, di bin lokomotîfa makînîst lê bûn qewimî. Makînîst Salih Ateş û alîkarê makînîst Huseyîn Yilmaz birîndar bûn. Rêya hesin jî hate rawestandin.