Li Dîlokê 7 kes hatin girtin

Li Dîlokê 1 jê zarok 7 kesên ku pêr di serdegirtinên polîsan ên li dijî ESP’ê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li Dîlokê 1 jê zarok 7 kesên ku pêr di serdegirtinên polîsan ên li dijî ESP’ê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li Dîlokê pêr di serdegirtinên polîsan ên li dijî avahiya Rêxistina ESP’ê ya Bajêr û malên endamên partiyê de Endamê Meclîsa ESP ‘ê Dînçer Ergun, endamê ESP’ê Selçûk Gozukizil, Endamên Jinên Ciwan ên Azad (ÖGK) Oncu Mûtlû, Roşna Butun, Endamê Egîtîm-Sen Kamûran Kipçak, Endama Desteya Venêrînê ya Navendî ya Eğîtîm Sen Hatîce Denîz Aktaş ve Endamê Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) H.A hatibûn binçavkirin. Piştî karên wan ên li emniyetê ew anîn edliyeyê.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi îdîayên “Endamên rêxistinê ne” û “Propagandaya rêxistinê kirine” ew bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sûlh Ceza kirin. 1 jê zarok 7 kesên ku hatin sewqkirin bi heman îdîayan hatin girtin.

ESP’iyên hatin girtin, birin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.