Li Dîlok û Colemêrgê 5 kesên din hatin girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê dimeşîne, dewam dikin. Ji kesên di serdegirtinên li Dîlok û Colemêrgê hatin binçavkirin 5 kesên din hatin girtin.

Li Dîlokê ji 21 kesên di serdegirtinên 28'ê Tîrmehê de hatibin binçavkirin 11 hatibûn girtin, 7 serbest hatibûn berdan. Ciwanên bi navê Delîlcan Ozbey, Davût Çetîn û Diyar Bayram jî, ku duh bi şev sewqî dozgeriyê hatin kirin û piştî wergirtina îfadeyê ji bo girtinê radestî 2. Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê hatin bicihkirin. Bi vî rengî li Dîlokê ji 21 kesên hatin binçavkirin 14 jê hatin girtin.

LI COLEMÊRGÊ JÎ WELATÎ HATIN GIRTIN

Li navçeya Colemêrg Geverê Dîlan Tekîn û Devran Bor ên di şeva 28'ê Tîrmehê de wesayîtên wan hatin sekinandin û ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Tekîn piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan, lê Bor ji bo girtinê sewqî dadgehê hat girtin. Dadgehê jî Bor girt û şand Girtîgeha Colemêrgê.

Îhsan Îşbîlîr, Fahrettîn Akdenîz, Mervan Taş û Abdûrrezak Kamerî yên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin. Dadgehê 3 kes serbest berda, lê Kamerî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt û şand Girtîgeha Colemêrgê.