Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand ku di 16-17’ê hezîranê de herêmê Heftenîn û Zapê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine topbarankirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Ji 16'ê Hezîranê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmê Ertûş, Cîloyê biçûk ên bi ser Zapê ne û herêmên Çiyareş û Şikefta Brîndara yên bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 16'ê Hezîranê de di saet 13.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî Gundê Bêtkarê, Girê Şehîd Mazlûm û derdora Ava Zapê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 17'ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Qilabanê li dijî Geliyê Kuranişê, Quntarên Girê Nêriya û Herêma Deriyê Dawetiya yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin.