Li dijî tecrîdê li Qisleyê çalakiyên berfireh hatin lidarxistin: Herî kêm 38 leşker-polîs mirin

Fermandariya me ya HPG’ê ya Sehaya Dersîmê li hemberî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî gelê Kurd pêk tên li Qisleyê çalakiyên berfireh li dar xistin, herî kêm 38 leşker mirin, gelek wesayîtên zirxî rûxiyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya  berfireh a li Dersîmê daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê got; “Fermandariya me ya HPG’ê ya Sehaya Dersîmê ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir,  li hemberî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo dewam dike û êrîşên li dijî gelê Kurd pêk tên, li dijî yekîneyên dewleta dagirker û nuqteyên wan çalakiyek berfireh li dar xist.”

HPG’ê diyar kir ku ji hêla gerîlayan ve navenda Midûriyeta Emniyetê, avahiya Bargeha Leşkerî, avahiya Edliyeyê, Qesra Hikûmetê, lojmanên polîsan û Tabûra Komandoyan hatin hedefkirin û her wiha Tabûra Leşkerî ya li derdora navenda navçeyê jî hate hedefkirin û ev detay parve kirin:

MIDÛRIYETA EMNIYETÊ

“22’yê Tebaxê danê sibehê saet 05.00’an operasyona şoreşgerî hate destpêkirin, yekîneyên me yên gerîla ji 7 baskan ketin navçeya Qislê. Baskên Şehîd Destan, Şehîd Firat, Şehîd Helîn bi roketavêjan, çekên ferdî û bombeyên destan ve li Midûriyeta Emniyetê dan, çalakiya li vir heta saet 07.00’an dewam kiriye. Piştî lêdanên bi bandor, hêzên gerîlayên me ber bi Navenda Emniyetê ve ketin êrîşê, tevahî çeper û wesayîtên zirxî yên li vir rûxandin û bêkêr kirin. Ji ber gelek roket li avahiya emniyetê ketin jî tevahî qatên wê şewitîne. 2 wesayîtên Ranger, 1 Akrep, 1 BTR (Wesayîta Zirxî ya Personelan) û 1 wesayîta zirxî ya Kobra jî bi roketan hatin rûxandin. Di wesayîtên zirxî yên hatin îmhakirin de bi giştî 10 polîs mirin. Li avahiya emniyetê jî 40-50 polîs û tîmên taybet hene. Di encama çalakiya bi bandor de piraniya van polîs û tîmên taybet hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Dema wesayîtek panzer a li ber emniyetê hewl da bireve jî hevalê me Masîro ji mesafeyek nêz lê da û li vir şehîd ket. Yekîneyên me yên din bi awayekî bi bandor li vê panzerê dan. Di encama van lêdanan de jî panzer li gel polîsên tê de îmha bû.

EDLIYE Û QESRA HIKÛMETÊ

Baskê çarem ê Şehîd Dijwar jî avahiya Edliyeyê û Qesra Hikûmetê kirin hedef û ji mesafeyek nêz bi roketavêjan, BKC û bombeyan lê dan. Kulubeya nobedê ya li ber avahiyê îmha bû, 2 wesayîtên sivîl (bi armancên leşkerî dihatin bikaranîn) ên li ber Qesra Hikûmetê, avahiyên Qesra Hikûmetê û Edliyeyê şewitîne. Gerîlayên me çalakî bi serkeftî meşandin, bi çalakiyê  li ser gelek hedefên aîdî hêzên dewletê serwerî bi dest xistin, ala Tirk a li ber edliyeyê daxistin û li şûna wê ala Partiya me PKK’ê daliqandin. Baskekî din jî lojmanên polîsan kirin hedef û bi çekên nîv otomatîk û ferdî lê dan. Wesayîtek zirxî ya bi tîpa Ranger ku li nêzî lojmanan bû, rûxiya. Kulubeyek li ber lojmanên polîsan, tevî polîsên tê de bi çalakiyek ji mesafeyek nêz ve îmha bûn. Di encama van lêdanan de 3 polîs hatin kuşti8n. Di van çalakiyan de ku li dijî lojmanan hatin lidarxistin, bi zelalî 7 polîs mirin. Li vir ji ber hevalekî mey ê fermandarî ji vî baskî re dikir birîndar bû, çek û agahiyên li ser polîsan nehatin rakirin.

BARGEHA LEŞKERÎ

Baskê pêncemîn ê Şehîd Kemal jî berê xwe da bargeha Leşkerî, 4 leşkerên li ber bargehê kuştin.

TABÛR

Baskê şeşemîn ê Şehîd Dogan jî wesayîtên zirxî yên ji Tabûran ji bo mudaxeleyê dihatin Qisleyê kirin hedef. 2 wesayîtên zirxî yên Kobra û 1 BTR bi roketan hatin hedefkirin. Di encam de wesayîta bi tîpa Kobra îmha bû, her du wesayîtên din jî derb xwarin û dîsa neçar man vegerin Tabûrê. Di wesayîta Kobra de ku hate rûxandin, bi giştî 8 leşker mirin, hin ji wan jî birîndar bûn.

GIRÊ ŞEHÎD DELÎL

Baskê heftemîn ê Şehîd Sefkan jî li dijî leşkerên ku xwe li qûntarên Girê Şehîd Delîl ê girêdayî Qisleyê bi cih kirine çalakî li dar xist. Di encama çalakî û şer de ku 2 saetan dom kir, bi zelalî 6 leşker mirin. 2 wesayîtên Kobra û helîkopterek bi tîpa Skorsky bi armanca destwerdanê hatin vê qadê, lê hêzên me bi çekên lûledirê ew kirin hedef.  Helîkopter û wesayîtên derbe xwarin neçar man vekişin.

SAZIYÊN DEWLETÊ HATIN ŞEWITANDIN

Ji hêla gerîlayên me ve tevahî wesayîtên aîdî dewletê yên li navenda navçeyê hatin şewitandin, gelek avahiyên dewletê bi bandor hatin hedefkirin û bi van çalakiyan jî hatin bêkêrkirin. Di çalakiyan de ku li navenda navçeyê pêk hatin, endamên yekîneyên berxwedanê yên YPS û YPS’ê JIN’ê jî tevkarî kirin.

Piştî çalakiyên berfireh, gerîlayên me ji saetên sibehê bi awayekî serkeftî xwe kişandine.

Artêşa Tirk gelek polîs û leşkerên xwe yên mirî û birîndar sewqî nexweşxaneyên li navenda Dersîm û Elezîzê kirine. Piştî çalakiyê, leşker û polîsan ketober gelek mal û wesayîtên sivîlan dane ber guleyan. Li tevahiya vê herêmê, piştî çalakiyê operasyon hatiye destpêkirin.

Di encama çalakiyên me de kêmanî 38 polîs û leşker mirin, gelek wesayîtên zirxî tevî leşker û polîsên tê de hatin îmhakirin.

2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di encama çalakiyên me de ku bi ruhê Fedaî yê Apoyî pêk hat, 2 gerîlayên me şehîd ketin.

DETAYÊN OPERASYONA LI QISLEYÊ WÊ PIŞTRE BÊN RAGIHANDIN

23’yê Tebaxê li qada Bezik a girêdayî navçeya Qisleyê ji hêla artêşa TC operasyonek berfireh hatiye destpêkirin. Helîkopterên Kobra ketober li eraziyê dan, danê êvarî saet 19.00’an balafirên şer heman qad bombe kirin. Li vê qadê mabeyna yekîneyek gerîlayên me û leşkerên ku tevlî operasyonê bûne şer rû da. Detay wê piştre bên parvekirin.

NASNAMEYÊN GERÎLAYAN

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne: 

Nasnav: Masîro Şoreş

Nav û Paşnav: Kadrî Kaya

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik û Bav: Fatma - Sabrî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’yê Tebax 2016/ Dersîm

 ***

Nasnav: Zîlan Stêrk

Nav û Paşnav: Kaniye Yildiz

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik û Bav: Kasîde - Osman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’yê Tebax 2016/ Dersîm”

...