Înîsiyatîfa Gel a Botanê, bidesxistina rêveberiya bajarên Rojavayê Kurdistanê silav kir û ji bo protestokirina tecrîda ku salek e li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin protesto bikin, bang li hemû gelê Botanê kir ku dabikevin qadan.
Înîsiyatîfa Gel a Botanê der barê pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û tecrîda ku salek e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî têkoşîna zor û demdirêj a gelê Kurd, îro di asta şoreşê de destkeftiyan bi dest dixin û got; “Ev yek jî nîşan dide ku êdî dem hatiye ku dawî li hebûna mêtîngeriya tu rewatiya wê li Kurdistanê nemaye, bê anîn.”
Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê hate silavkirin û wiha hat gotin; “Ev pêşketina li Rojavayê Kurdistanê, weke li her parçeyên din ên Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê bi kefyxweşî hatiye pêşwazîkirin û cihê serbilindiyê ye. Em weke gelê Botanê serkeftina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û silav dikin.”
Di belavokê de hat diyarkirin ku pêşketinên şoreşgerî yên li Rojavayê Kurdistanê, di encama keda 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdetirê 20 salan li Rojavayê Kurdistanê ma de, dest pê kiriye.
Înîsiyatîfa Gel a Botanê bang li hemû Kurdên li her çar parçeyê Kurdistanê kir ku bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê pîroz bikin û xwedî lê derbikevin. Înîsiyatîfa Botanê wiha berdewam kir;
“Divê di van çalakiyên pîrozkirin û xwedîlêderketinê de tecrîda girankirî ya li ser mîmarê vê şoreşê û kedkarê mezin Rêber Apo bi ruhê serhildanan bê protestokirin. Em weke Înîsiyatîfa Gel a Botanê, em bang li gelê xwe dikin ku hemû sazî û dezgehên dewleta AKP’ê yak u îro tu rewatiya wê li Kurdistanê nemaye boykot bikin, bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê xwedî li pêşketinên gelê me yên li Rojavayê Kurdistanê derbikevin û pîroz bikin, her wiha, ji bo pretestokirina tecrîda giran a li ser damezrênerê vê pêvajoya şoreşgerî Rêber Apo, bi dabikevin qdan.”