Li dijî Şêx Meqsûd êrîş: 3 sivîl hatin qetilkirin, 13 kes birîndar bûn

Ji ber topbarana komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan jin û zarok 13 sivîl birîndar bûn.

Komên çete yên bi navê El Nûsra, Ehrar el Şam û Firqa-16 ên destekê ji dewleta Tirk werdigirin, duh bi şev saet di 22:15'an de bombe li gelê sivîl ê li taxa Şêx Meqsûd a di bin kontrola YPG'ê de ye, barandin.

Çeteyên li xaçerêya Cendol a li rojhilatê taxê û li dora rêya Qestello ya li bakurê taxê bi cih bûn, topên hawanê û fuze avêtin taxê. Di êrîşê de welatiyên bi navê Mûstafa Heylanî (40), Abdulhenan Hiweydî (45) û sivîlekî din ê navê xwe nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bomberdûmanê piraniya wan jin û zarok 13 kes jî birîndar bûn.

Ji 16'ê Sibatê û vir ve ji ber êrîşên çeteyan ên li hemberî taxê 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan jin û zarok 245 sivîl jî birîndar bûn.