Li hemberî noqteya tîmên tevgera taybet ya di derketina navçeya Gevera Colemêrgê de çalakî pêk hat.
Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin; li hemberî noqteya tîmên tevgera taybet ya di derketina navçeya Gevera Colemêrgê de çalakî pêk hat. Hat hînbûn ku, çalakiya tê diyarkirin ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve pêk hatiye heta demekê dewam kir. Piştî gulebaranê gelek polîs û wesayîtên zirxî sewqî herêmê kirin.