Li dijî Midûriyeta Polîsan ya Farqînê êrîşa bombeyî pêkhat. Hate îdîakirin ku, di êrîşê de mirî û birîndar çênebûne.
Li gorî agahiyan, li derdora demjimêrên 02.00’an de bombe avêtin baxçeyê Midûriyeta Polîsan ya li sûka navçeya Farqînê. Bombeya ku bidengek mezin teqiya li midûriyeta polîsan bû sedema panîkê. Teqemeniya ku cûrê wê nahate zanîn, hate îdîakirin ku mirî û birîndar çênebûne.