Li dijî Midûriyeta Emniyeta Îdîrê çalakî

Li dijî Midûriyeta Emniyeta Îdîrê çalakî

Li dijî Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Îdîrê êrîşek bi çekên lûledirêj û roketa pêk hat. Hat îdîakirin ku kuştî an jî birîndar di êrîşê de çênebûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şevê din li dijî Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Îdîrê ya li taxa Konakê êrîşeke bi roket û çekên lûlledirêj pêk hat. Yek ji roketan li qada çaremîn a emniyetê ket. Piştî êrîşê pevçûnek kurt rû da, lê hat îdîakirin ku tu kuştî an jî birîndar çênebûne.

Piştî êrîşê li navenda bajêr operasyon hat destpêkirin.