Li dijî mala Serokê AKP'ê yê Rûbarokê êrîşa çekdarî pêk hat

Li dijî mala Serokê AKP'ê yê Rûbarokê êrîşa çekdarî pêk hat

Li Bajaroka Rûbarokê ya girêdayê Navçeya Şemzînanê li hemberî Serokê AKP'ê yê Rûbarokê Husrev Dînç êrîşa çekdarî pêk hat.

Şeva din li derdora demjimêr 01.30'an li Bajaroka Rûbarokê ya girêdayê Navçeya Şemzînana Colemêrgê li hemberî mala Serokê AKP'ê ya Rûbarokê Husrev Dînç êrîşek çekdarî hate lidarxistin. Li gorî şahidê bûyerê êrîş ji aliyê 3 kesan hatiye lidarxistin û piştî ku cerdevana bersiv daye pêvçûn derketiye. Dînçê ku xaniyê wî rastî êrîşê hat, da zanîn ku nizane kî êrîşî mala wî kiriye û îdîa kir ku, êrîş ji ber AKP'yî ye pêk hatiye.

LI HERÊMÊ OPERASYON HATIYE DESTPÊKIRIN

Di 1'ê tebaxê de li heman bajarokê de ji ber ku derketina operasyonê red kirin, xaniyê cerdevanek hatibû gulebarankirin. Di demjimêr 02.00'an dema cerdevan li ber Lîseya Rûbarokê nobet digirtin, li hemberî malekî êrîşek pêk hatibû. Kesên ku nasnameya wan ne diyare, li deriyê cerdevanekî dixin, lê ji ber ku derî venabe, gule dibarînin ser derî û ji wir diçin. Li ser dengê çekan, cerdevan diçin cihê bûyerê, lê êrîşkar ji wir veqetiyabûn. Di encama êrîşê de kesek zerar nedîtibû. Kesên ji malbatê diyar kirin ku kesên êrîşî wan kiribûn tîmên taybet bûn û kincên gêrîlayên HPG’ê li xwe kiribûn.