Li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiya sekvaniyê: Leşkerek hate kuştin
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk a ku li Başûrê Kurdistanê ketiye nava hewldanên dagirkeriyê, çalakiyekî sekvaniyê lidar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk a ku li Başûrê Kurdistanê ketiye nava hewldanên dagirkeriyê, çalakiyekî sekvaniyê lidar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Li gorî agahiyê nûçegihanê ANF’ê yê ku operasyonê dişopîne da, îro di saetên sibehê de li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Şehîd Xeyrî ê girêdayî Herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyekî sekvaniyê hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, drona ku li herêmê di nava tevgerê de jî ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.