Li dijî kesên beşdarî 'Meşa Azadiyê' bûn lêpirsîn

Li dijî kesên beşdarî 'Meşa Azadiyê' bûn lêpirsîn

Serdozgerê Komarê yê Enqereyê, der barê 40 kesên ku di navde Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Xwişka Birayê Şeyhmus Poyraz ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Felek Poyraz, nûnerên komele û saziyên sivîl jî hene, bi hinceta beşdarî çalakiya "Bila şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî baş bibin û serbest bên berdan" û çalakiya "Meşa Azadiyê" ya ber bi Wezareta Dadê ve hate lidarxistin bûn, lêpirsîn vekir. Xwişka Şeyhmus Poyraz Felek Poyraz, bertek nîşanî dozê da û wiha got: "Divê dozger ne li me, li kesên uk 14 mehin hevdîtina malbatê bi girtiyan re asteng dike û tecrîdê datîne ser birayê me ceza bike.

Di 3'ê çile de ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şert û mercên girtiyan ji Îzmir, Stenbol, Enqere, Edene, Sêrt, Amed Mûş, Wan û Bazîdê ber bi Enqereyê ve "Meşa Azadiyê" pêk anîn. Endam û rêveberên TUHAD-FED'ê ku li Enqereyê li ber Parka Abdî Îpekçî kom bûn û rastî astengiya polîsan hatin, bi dosyayekê daxwazên xwe ji Wezareta Dadê re ragihadin. Piştî çalakiyê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Xwişka birayê Şeyhmus Poyraz ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Felek Poyraz, rêveberên komeleyê jî di navde li 40 kesan bi îdîaya li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşadanan derketine lêpirsîn da vekirin. Dozgeriyê ji Midûriyetên Polîsan ên bajarên ku jê hatine nivîs şand û xwest îfadeyên wan bigire.

'DOZGER LI XÛNA HESAP JI KESÊN 14 MEHIN HEVDÎTINÊ ASTEN BIKE BIPIRSE JI ME DIPIRSE'

Xwişka Şeyhmus Poyraz Felek Poyraz, bertek nîşanî dozê da û wiha got: "Divê dozger ne li me, li kesên uk 14 mehin hevdîtina malbatê bi girtiyan re asteng dike û tecrîdê datîne ser birayê me ceza bike. Poyraz anî ziman ku ji Nîsana 2011'an heta niha 14 mehin bi tu awayî agahiyê ji birayê xwe nagirin û wiha got: "14 mehin em bi tu awayî nikarin hevdîtin û agahiyan ji birayê xwe bigirin. Ji bo ku em vî mafê xwe bi dest bixin û li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind bikin em hatin Enqereyê. Lê li şûna dozger hesap ji berpirsiyaran bipirse, hesap ji me dipirse. Tehamula darazê li hemberî aştî û demokrasiyê tune.

Seroka Giştîya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Armcan vê çalakiyê rakirina tecrîda li ser Brêz Ocalan bû. Me xwest tecrîd bi dawî bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Brêz Ocalan serbest bê berdan. Me xwest girtiyên siyasî serbest bên berdan. Lê ji ber tehamula darazê ji bo aştî û demokrasiyê tune lêpirsînê li me vedike. Em dê dîsa çalakiyên xwe û têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê berdewam bikin."