Hat ragihandin ku, balefirên şer yên aydê artêşa Tirk di demjimêrên 02.00’an de herêmên Parastina Medyayê bombebaran kirine.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, balefirên artêşa Tirk ku hêjmarên wan baş nehatin zanîn Herêmên Parastina Medya bombebaran kirine. Balefirên şer ku nêzî 1,5 demjimêran li herêmê geriyan lê nehat zanîn ka kîjan herêm bombebaran kirine.