Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê der barê êrîşên hewayî û topbaranên liser herêmên di bin kontrola gerîlayan de daxuyaniyek û diyar kir ku herêmên Zap û Zagrosê hatine bombebarankirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bejahiyên Gever û Şemizînanê jî hatine bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê der barê van êrîşan de ev agahî da;
“Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-14.30'an de li navçeya Şemzîna Colemergê li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin
Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 18.00-21.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li Girê Geper ê bi ser Oramarê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a girk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman rojê heta saet 23.00'an de li dijî heman herêma bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
ZAGROS
Di 8'ê Tîrmehê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Qertel, Gundên Girê û Erdewê û Dola Konferansê yên bi ser Zagrosêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
ZAP
Di 9'ê Tîrmehê di saet 03.00 û di heman rojê di saet 15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Feqîra, derdora Ava Zapê û herêma Şehîd Mazlûmên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 06.00-08.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Şifreza, Hîlalê û Cennetê yên bi ser Şeladizêne û di nav sînorên Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li van gundan destpêkiriye hîn jî berdewam dike. “