Li Wanê duh şev li dijî Fermandariya Parleşterkî ya Asayîşa Wanê bi çekên lûle dirêj êrîş pêkhat û piştre bombeya dest avêtinê. Hat îdîakirin ku, di bûyerê de tu kes nemir û birîndar nebû.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh şev di ketina nîzamiyeya Fermandariya Parleşkerî ya Asayîşê ya li ser rêya Wan-Colemêrgê bi çekên lûle dirêj gule hatine barandin. Piştre jî bombeye dest hatiye avêtin.
Hat îdîakirin ku di êrîşê de mirî û birîndar çênebûne, her wiha li herêmê operasyon hate destpê kirin.