'Li dijî faşîzmê pêwîstî bi ruhê yekîtî û bexwedanê yê Geziyê heye'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, berxwedana Gezî dengvedana berxwedana şoreşgerî ya Kurdistanê ya li Tirkiyeyê ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, berxwedana Gezî dengvedana berxwedana şoreşgerî ya Kurdistanê ya li Tirkiyeyê ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di salvegera 3. de berxwedana Gezî nirxand û bibîr xist, ku di salvegera 3. a Pêngava 1'ê Hezîranê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd de, berxwedana Gezî derketiye holê.
Kalkan destnîşan destnîşan kir, ku pêwendiya Gezî bi vê pêngava stratejîk re hebû û da zanîn, ev berxwedana Gezî bû tirsa dilê Tayyîp Erdogan û rêveberiya AKP'ê. Kalkan got, "Di berxwedana Gezî de mirina faşîzmê dîtin. Dîtin ku dîktatoriya faşîst wê bi temamî ji holê rabe. Lewma AKP'ê û Tayyîp Erdogan bi xwînê û bi komkujiyan bi ser berxwedana Gezî de çûn. Pêngava xwerêveberiya demokratîk a li ser bingeha berxwedanên Cizîr û Sûrê derketiye holê jî, mîna Gezî pêngaveke azadiyê ya mezin e."
'GEZÎ DENGVEDANA BERXWEDANA KURDISTANÊ YA LI TIRKIYEYÊ YE'
Kalkan di dewama axaftina xwe de ragihand, Gezî dengvedana berxwedana şoreşgerî ya Kurdistanê ya li Tirkiyeyê ye û got, "Berxwedana leşkerî ya li Kurdistanê weke berxwedana girseya demokratîk, weke serhildanê bandor li Tirkiyeyê kir."
Kalkan işaret bi berxwedana şoreşgerî demokratîk a xwerêveberiyên li Kurdistanê kir, ku bi can û mal tê meşandin û got, "Ev berxwedan ji civaka Tirkiyeyê ruhekî nû yê Gezî dixwaze. Mîna li Gezî hat dîtin, rabûna berxwedana şoreşgerî demokratîk dixwaze. Meşa ber bi Tevgera Şoreşger a Yekbûyî dixwaze. Di rewşa heyî de ji her demê bêhtir pêwîstî bi ruhê berxwedana Gezî heye. Pêwîstiya me bi ruhê yekîtiya Gezî heye."
'KÊMASIYÊN PÊŞENGIYÊ YÊN LI GEZÎ RÛ DA, BI TŞYG JI HOLÊ HAT RAKIRIN'
Kalkan diyar kir, bi dersên ji Gezî derxistî re ew dixwazin yekîtiya berxwedanê bêhtir bi rêxistin bikin û got, "Kêmasî di pêşengiyê de bû. Niha Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) vê kêmasiyê çareser dike. Yekîtiya ku pêwîstiya pêşeng ji bo berxwedanê pê heye, daifrîne. Hemû rêxistin û partiyên pêkhateyên TŞYG pêwîstiya pêvajoyê nirxandin û dîtin ku pêvajoyeke bi vî rengî pêvajoyeke şoreşa yekbûyî ya mîna Gezî ye."
Kalkan bang li her kesî kir ku li hemberî dîktatoriya yek şexsî ya Tayyîp Erdogan hewl dide ava bike, ji bo azadkirin û demokratîkkirina Tirkiyeyê têkoşîneke pir alî û bi bandor were meşandin.