Li dijî Emniyeta Stewrê êrîşa bi roket

Li dijî Emniyeta Stewrê êrîşa bi roket

Li dijî Miduriyeta Polîsan ya li navenda navçeya Stewra Mêrdînê êrîşa biroket pêkhat.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li derdora demjimêrên 23’ê du roket avêtine Miduriyeta Polîsan û lojmanên wan. Hat ragihandin ku, yek ji roketan bi dîwarê lojmanê ketiye, lê hate îdîakirin ku di êrîşê de tu kes nemiriye û birîndar jî nebûne.

Her wiha hat ragihandin ku, di navbera çalakvan û polîsan de pevçûnekî dem kurt rûdaye û li navçeyê operasyonekî berfireh hatiye destpê kirin.