Li Bajaroka Surguya girêdayê Navçeya Wêranşara Meletiyê êrîşên li hemberî welatiyên elewî didomin. Êrîşkaran lastîkên wesayîta welatiyê elewî yê bi navê Îmam Mezarci teqandin û li ser wesayîtê nivîsên wekî "Bila elewî bimirin", "Ji elewiyan re mirin û sirgûn" hatin nivîsandin û gef lê xwarin.
Di 29'ê tîrmehê li Bajaroka Surguya girêdayê Navçeya Wêranşarê ya Meletiyê de ji ber ku daholvan li ber deriyê wan li daholê xistibû di navbera malbatek elewî û daholvan nîqaş derketibû. Piştre nîqaş mezin bibûn û komekê êrîşî malbata elewî kiribûn. Piştî vê êrîşê êrîşek nû li bajarokê pêk hat. Êrîşkaran lastîkên wesayîta welatiyê elewî yê bi navê Îmam Mezarci teqandin û li ser wesayîtê nivîsên " Bila elewî bimirin" û "Ji elewiyan re mirin sirgûn" hate nivîsandin.
Welatiyê bi navê Îmam Mezarci derbarê bûyerê de agahî dan û diyar kir ku, şeva din malbata xesûya wî li mala wan mêvan bû û heta derengiya şevê li mala wan mane. Ji ber ku dereng bibû bûrayê wî wesayîta wî girtiye û mêvanan daniye mala wan û hatiye. Mezarci bilêv kir ku, dema serê sibê rabûne dîtine ku lastîkên wesayîtê teqandine û li ser wesayîtê nivîsên wekî "Ji elewiyan re mirin Surgu" û "Bila elewî bimirin" hatiye nivîsandin. Mezarci diyar kir ku, li ser vê yekê telefonî qereqolê kirine û wiha got: "Tîmên lêkolîna cihên bûyerê hatin û şopa tiliyan girtin. Ev êrîşên ku li hemberî kurdên elewî pêk tên me dixe nava fikaran û em pir zehmetiyan dikişînin."
DI 29'Ê TÎRMEHÊ DE JÎ ÊRÎŞ PÊK HATIBÛ
Di 29'ê tîrmehê de jî li hemberî malbatek kurdên elewî êrîşek bi kevir pêk hatibû û xwestibûn malbatê lînc bikin. Di encama bûyerê de Serdozgerê Komarê ya Wêranşarê lêpirsîn dabû destpêkirin û 24 kes binçavkiribûn 23 kes serbest hatibûn berdan û daholvanê bi navê Mûstafa Evşî ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Daholvanê ku bi hinceta "Pergala cemaweriyê xirab kiriye" hatibû girtin, piştî hefteyek li ser îtîrazê serbest hatibû berdan. Di serî de Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikumetê derbarê bûyerê de daxuyanî dabûn û îdîa kiribûn ku bûyer, bûyerek divê neyê mezin kirine û munferîde.