Li dijî Bîrlîk û malbata wê hewldanên sûîqestê

Bîrlîk û malbata wê dema bi wesayîta meqamê nêzî nuqteya lêgerînê ya ketina Amedê bûn, tîmên taybet berê çekên xwe dane wan û wesayît sekinandine, diyar kirin ku kêm mabû bibin hedefa guleyan.

Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk û malbata wê dema bi wesayîta meqamê nêzî nuqteya lêgerînê ya ketina Amedê bûn, tîmên taybet berê çekên xwe dane wan û wesayît sekinandine, diyar kirin ku kêm mabû bibin hedefa guleyan. Bîrlîk got piştî wan fêm kirine ku polîs ji bo gulebaranê li benda bêyî ku bisekinin derbasbûna wan e, wesayît sekinandine, ev bûyera jiyaye jî wek hewldanê sûîqestê pênase kir.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û malbata xwe di hundirê wesayîta xwe ya meqamê de bi zorê ji gulebaranê filitî. Wesayîta bi plakaya fermî ya di hundir de hevserê wê, keça wê, hevaleke wê ya endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê dema ji Cizîrê dihatin Amedê, kêm mabû li nuqteya lêgerînê ya ji aliyê tîmên taybet hatiye danîn bibin hedefa guleyan.
Parlementer Bîrlîk detayê vê bûyerê di civîna çapemeniyê ya li Serokatiya HDP’ê ya Bajarê Amedê bi çapemeniyê re parve kir.
Bîrlîk diyar kir ku dema nêzî nuqteya lêgerînê ya ketina bajar bûn ferq kirin ku berê çekên tîmên taybet ên rûyê xwe bi maskeyên reş veşartine li ser wan in, hevserê wê yê wesayît dajot li ser vê tavilê wesayît sekinandiye. 

Bîrlîk ragihand ku piştî wesayît sekinandine tîmên taybet berê çekên xwe dane wan û ji wan re gotine ‘destên xwe rakin jor’, li ser vê jî qîr kirine, destnîşan kir ku tevî gotiye ew parlamenter e jî bersiva, “wekîl me eleqeder nakin” standiye.
Parlamenter Bîrlîk da xuyakirin ku ji wesayîta wan re ti polîsî negotiye, “bisekine”, polîsên li wir di kemînê de sekinîn, li benda derbaskirina nuqteya kontrolê sekinîn û li ser vê jî plan dikirin ku wesayîtê gulebaran bikin.

Bîrlik got di deqeyên dawî de wesayît rawestandine, tîmên taybet ji wan re gotiye ‘ Ji Qendîlê heta vir wesayîta we di bin çavdêriyê deye. Em dizanin ku wesayîta we ji Qendîlê tê’. Bîrlîk wiha axivî: “ Wesayîta mîn wesayîteke ev 6 meh in hemû rêxistina emniyetê pê dizanin. Lê wan dixwest wesayît raneweste, derbas bibe. Bi rawestandina wesayîtê me pêşiya gulekirina polîsan girt.”
 Bîrlîk bi bîr xist ku ev rewşa ya “ Pêkanîna sûîqestê ye”, parçeyek ji êrîşên polîtîkayên şer ên li Kurdistanê ku ev 6 meh in tên meşandin. Bîrlîk wiha got, ev tiştên ku min jiyaye hikûmeta AKP’ê berpirsyar e, soza lêgerînên pêwîst ên lêpirsîna hiqûqî bimeşîne jî da.
Parlemetera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgît jî di civînê de cih girt, wiha nirxand, “ Îro zindîbûna hevala me Leyla bi temamî tesadufek e” û bi axaftina xwe bal kişand ser xeteriya rewşa hatî jiyîn.