Li dijî Balefirgeha Leşkerî ya Amedê êrîş

Li dijî Balefirgeha Leşkerî ya Amedê êrîş

Di roja ku salek di ser decrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin re derbas bû de koma ji 200 kesan pêk tê li kolana Sento ya navçeya Rezan a Amedê bi bombeyên deng û fîşekên hewayi li dijî Baregeha Jetê ya 8'emîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya 2'emîn Taktîk a Balafirgeha Leşkerî êrîş pêk anîn.

Li ser heman rêgehê ala PKK'ê û posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pirê hate daliqandin. Polîs bi şika bombe heye nikare al û poster daxe xwar. Rageşî didome.

Li navçeya Rezana Amedê koma ku ji 200 ciwanan pêk dihat ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala xwe tijî kir şermezar bikin bi bombeyên deng, fîşekên hewayî û molotofan êrîşî Baregeha Jetê ya 8'emîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya 2'emîn Taktîk a Balafirgeha Leşkerî kirin. Ciwanên ku li xaçerêya Kurçeşme û cadeya Sentoyê meş lidar xistin bê navber dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo", "Ciwan cangoriyê Apo ne" û "Em ê cîhana bê Ocalan bi serê we de hilweşînin" berz kirin. Ciwanên ku rê ji hatin û çûnê re girtin bi bombeyên deng, molotof û fîşekên hewayî li dijî Baregeha leşkerî êrîş pêk anîn. Leşkeran jî ciwan bi teqandina guleyan bersivandin. Ciwanan pişt re posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê bi bihoreka jor a cadeya Sentoyê vekirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê bi îxtîmala dê bombe hebe demekî dirêj nekarîn nêzî posteran bibin. Piştî pisporên bombeyan hatin cihê bûyerê û pakêta dîtin tune kirin poster anîn xwarê. Ji pakêtê tenê deng derket.

Hat ragihandin ku ji gelek deverên bajêr dengê çekan bilind dibin.

6