Li Dihê 5 kes hatin girtin

Li Dihê 5 kes hatin girtin

Li gundên Dihaberê û Mamiran yên navçeya Dihê ya Sêrtê ji 6 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin.

Li navçeya Dihê ya Sê di 27'e Pûşperê de pevçûn pêk hat û di pevçûnê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn.Piştî pevçûnê li herêmê operasyon hate destpêkirin. Di operasyona leşkerî de leşkeran bi ser gunde Dihaberê û Mamiran yên navçeya Dihê ya Sêrtê de girtin û 6 kes binçavkirin. Ji 6 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin. 5 kesên bi îdîaya alîkarî dane rexistinê hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.