Li Dêrsimê wesayîtên ku karker ji înşata qereqola li gundê Alacikê tê avakirin dikêşan ji aliyê komekê ve hatin rawestandin û şewitandin. Hat ragihandin ku, ji karkerên di wesayîtan de jî agahî nehatiye girtin.
Li gorî çavkianiyên ku ji herêmê hatine girtin, duh di demjimêrên şevê de 3 operatorên makîneyên kar û wesayîtên komek ya karkeran tê de bûn ku ji şantiyeya înşatê divegeriyan, li nêzî gundê Uzuntarlayê ji aliyê komek ya çekdar ve hatin rawestandin. Hat ragihandin ku, wesayîtên heya mezraya Samanli birin, li vir agir pêxistin û karkerên di wesayîtan de nehatine dîtin.
Rayedarên Tirk bûyer piştrastkirin û anîn ziman ku dibe karker hatibin revandin.
Çavkaniyên herêmî tînin ziman ku, dibe bûyer ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibe pêkanîn.
Hat ragihandin ku, piştî çalakiyê ji navenda Dêrsimê hêjmarek zêde leşker veguhestine herêmê.