Hat ragihandin ku li Dêrsimê pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên HGP’ê û artêşa Tirk de diqewimin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li nêzî gundikê Hankoy ê gundê Ûzûntarla yê navçeya Pulumura Dêrsimê, di navbera leşkerên Tirk ên derketibûn operasyon û gerîlayan de pevçûn qewimî.
Hat diyarkirin ku pevçûnek dijwar qewimî û ji ber wê jî rê li trafîkê hatine girtin.