Li Dêrsimê pevçûn

Li Dêrsimê pevçûn

Hat ragihandin ku, li Dêrsimê di navbera yekîneyên artêşa Tirk yên derketine operasyonê û gêrîlayên HPG’ê de pevçûn derket.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, pevçûn li derdora demjimêrên 04.00’an li ser Pira Venk ya li ser rêya Dêrsim-Pulurê rû da. Waliyê Dêrsimê Mustefa Taşkesen îdîakir ku, di pevçûnê de 2 gêrîlayan jiyana xwe ji dest daye, di derbarê windahiyên leşkeran de jî agahî neda.

Hat ragihandin ku, li herêma ku cih cih lê pevçûn çêdibe, operasyon berdewam dike.