Li Dêrsimê pevçûn

Li Dêrsimê pevçûn

Di encama operasyona artêşa Tirk li navçeya Pulur a Dêrsimê daye destpêkirin de pevçûn rû da. Hat angaştin ku 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û pevçûn didome.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama operasyona artêşa Tirk li deverên Karaoglan-Bûzlûtepeyê yên navçeya Pulurê dan destpêkirin de pevçûnek qewimî.

Walîtiya Dêrsimê angaşt ku di pevçûna şevê din dest pê kir de 3 gerîlayana jiyana xwe ji dest dane. Walîtiyê der barê wendahiyên leşkerên Tirk de agahî neda.

Pevçûn û operasyoan berfireh didome. HPG’ê heta niha der barê bûyerê de tu daxuyaniyek nedaye