Li Dersimê li dijî desteserkirinê çalakiya deng derxistinê

Li Dersimê çalakiyên deng derxistinê yên li dijî desteserkirina şaredariyê didomin.

Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Dersimê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan de bû, didomin. Gelê Dersimê îro jî bi girtin û vekirina ronahiyên xwe û bi deng derxistinê çalakiyên xwe pêk anîn.

Çalakiyên ku li bajarî her roj di saet 19.45’an bi girtin û vekirina ronahiyan û deng derxistinê pêk tên îro jî dewam kirin.