Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di encama pevçûna li Dêrsimê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de rû da de leşkere hat kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ve hat dayîn de wiha hat gotin; “Di 10'ê Hezîranê de li navenda Dersimê li dijî derdora gundê Helboriyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “ Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Şaxê ya Wanê li dijî Kato Şemanûs, Girê Çêlekê û Girê Lîzek ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyona hatibû lidarxistin di 11'ê Hezîranê de di saet 17.00'an de paş de vekişiyaye.”