Li Dêrsimê şîrketên kanzayê (maden) li cihên ku rûxsatê werdigirin, parçe bi parçe bi kar tînin û bê ku rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) were amadekirin, dest bi xebatê dikin.
Di bersiva serlêdana parêzer Bariş Yildirim, a ji bo Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Dêrsimê de tê diyarkirin ku li Dêrsimê ji bo karê kanzayê 63 serlêdan hatine kirin, lê ji vana ji bo 58 serlêdanan pêwîstî bi amadekirina rapora ÇED’ê nehatiye dîtin.
Li gorî qanûnê, gava cihê xebata karê kanzayê ji 25 hektarê derbas kir, rapora ÇED’ê divê. Şîrketên kanzayê ji vê valatiya qanûnê sûd werdigirin û li deverên ku rûxsat girtine, parçe bi parçe lêgerîn pêk tînin. Bi vî awayî ziyana digihe xwezaya Dêrsimê bi raporana nayê amadekirin.