Li Dersîmê ji nêçîrvanên defînê êrîşên qirkirina çandî

Nêçîrvanên defîneyan, êrîşî gorên dîrokî yên li Dersîmê dikin û pişgiriyê didin qirkirinên çandî yên dewletê.

Nêçîrvanên defîneyan, êrîşî gorên dîrokî yên li Dersîmê dikin û pişgiriyê didin qirkirinên çandî yên dewletê.

Li Dersîmê kevirên dîrokî yên goran ku ji dema Akkoyûnlûyan heta îro hatine, ji aliyê nêçîrvanên defîneyan tên texrîbkirin. Desteya Parastina Hebûnên Xwezayî jî li şûna kevirên goran tomar bike û biparêze, dibe temaşekerê texrîbkirinê.

Valakirina gundan, qadên qedexekirî, bendav û santralên elektrîka hîdroyê ji milekî dewam dike, ji milê din jî nêçîrvanên defîneyan xizmetê ji polîtîkayên qirkirina çandî re dikin û êrîşî kevin goran ên li gundên valakirî dikin. Nîşaneyên li ser keviran ji ber van êrîşan ziyan dibin. Nêçîrvanên defîneyan ku pişgiriyê didin polîtîkayên qirkirina çand û dîrokê, ji aliyê gundiyan tên lenetkirin. Gundî, ji bo parastina kevirên goran li benda desteka rayedaran e.