Li Dêrsimê îstasyona şarjê ya astengdaran vebû

Şaredariya Dêrsimê ji bo welatiyên astengdar li navenda bajêr, li veqetîna rêya taxên Sîhenk û Gazîk ‘îstasyona şarjê ya astengdaran’ ava kir.

Şaredariya Dêrsimê ji bo welatiyên astengdar li navenda bajêr, li veqetîna rêya taxên Sîhenk û Gazîk ‘îstasyona şarjê ya astengdaran’ ava kir. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altun a di vekirina îstasyona şarjê axivî got, “Em li Dêrsimê tiştekî ku yekem care tê kirin pêk tînin, di vê mijarê de gelek kêmasiyên me hene û îro em rexnedayîna van kêmasiyan didin.”

Şaredariya Dêrsimê ji bo welatiyên astengdar li navenda bajêr, li veqetîna rêya taxên Sîhenk û Gazîk ‘îstasyona şarjê ya astengdaran’ ava kir. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altun a di vekirina îstasyona îstasyona şarjê de axivî da zanîn ku li Dêrsimê tiştekî nû dikin û wiha dom kir, “Ji bo derbaskirina van kêmasiyên xwe tişta ji destê me tê em ê  zêdetir bikin… Pêwîst e di hemû xebatên li vî bajarî têne kirin de welatiyên me yên astengdar bêne fikirîn. Di vê mijarê de em rexnedayîna xwe didin û didin diyarkirin ku em ê vê di pratîkê de pêk bînin.”

BÛL: PIŞTEVANIYA XWE MEZIN BIKIN

Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul jî got: “Pêwîst e em di xizmet û projeyên xwe de şertên jiyana welatiyên xwe yên astengdar hêsan bikin.  Di vê mijarê de em bang li gelê xwe yê hestyar jî dikin.”

Piştî axaftina Bûl Serokê Komeleya Astengdaran Husniye Karatag jî ji ber çêkirina îstasyonên şarjê Hevşaredarên Dêrsimê spas kir.

Piştî axaftinan şarjkirina akuyên wesayîtên astengdaran pêk hat.

...