Li Dêrsimê gêrîlayan di ser qereqolê de girt

Li Dêrsimê gêrîlayan di ser qereqolê de girt

Li Dêrsimê gêrîlayan di ser qereqolek ya cendirmeyan de girt. Pevçûna ku piştî serdegirtinê destpêkir, heya demjimêrên sibehê berdewam kir, lê di derbarê kuştî û birîndarên leşkeran de agahî nehatin girtin.

Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên dereng yên şevê de di ser Qereqola Cendirmeyan ya Mercanê ser bi navçeya Pilûra Dêrsimê de girtin. Piştî serdegirtina bi roket avêj û çekên lûle dirêj pevçûn derket. Pevçûna ku heya sibehê dom kir, di derbarê kuştî û birîndarên leşkeran de agahî nehate girtin. Hate ragihandin ku, di demjimêrên serê sibehê de gêrîlayan xwe paş de vekêşaye.

Piştî serdegirtina gêrîlayan artêşa Tirk bipiştgiriya hewayî operasyon li herêmê da destpêkirin.