Hat ragihandin ku piştî îro li ser rêya Xozat-Dêrsimê li hemberî wesayîteke leşkerî êrîşa bombeyî pêk hat, li herêmê pevçûnên dijwar dest pê kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li ser rêya Xozatê, nêzî gundê Çîçeklîyê li dijî wesayîteke leşkerî êrîşeke bombeyî pêk hat. Hat ragihandin ku di bûyerê de kuştî an jî birîndar çênebûn û li herêmê operasyon hat destpêkirin.
Hat diyarkirin ku operasyon û pevçûnên li herêmê berdewam dikin.