Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama pevçûna di operasyona li navçeya Pulura Dêrsimê qewimî de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 2'ê Tîrmehê de di saet 02.30'an de li navçeya Pulura Dersimê li erêma Vengê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de du gerîlayên me gihîştiye şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
-Mustafa Ozdemîr, bi nasnavê Jêhat Cûdî, Cihê jidayikbûnê: Mereş, Sala tevlêbûnê: 2011
-Nadir Tunç, bi nasnavê Rizgar Amed, Cihê jidayikbûnê: Amed, Sala tevlêbûnê: 2011