Li Dersîmê 9 cihên din jî hatin qedexekirin
Biryareke ku tevahî Dersîmê wek herêma ewlehiya taybet îlan dike ji aliyê walîtiyê hate dayîn. Walîtiyê, 9 cihên cuda yên li navçeya Pilûrê di bin navê “herêma ewlehiya demkî” de ji ketin û derketinê re qedexe kir.