Li Dêrsimê 7 xwendevanên Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin

Li Dêrsimê 7 xwendevanên Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin

Li navçeya Pertekê ya Dêrsimê 7 xwendevanên kovara Ozgur Gelecek di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li taxa Ataturkê ya Dêrsimê polîsan di ser gelek malên xwendevanên zanîngehê de girt. Polîsên ku di demjimêr 04.30'ên şeveqê de di ser malan de girtin, Cemal Toydemir, Mert Yazar, Eray Ozdemîr, Kader Findik, Candar Şafak Donmez, Yilmaz Karaaslan û Serda Goçer hatin binçavkirin. Hate zanîn ku, ji aliyê Dozgerê 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Meletniyê ve ferman hatiye dayîn û bi îdîaya "Endamên TKP/ML TÎKKO ye" 7 kes hatin binçavkirin.

Polîsan di ser Weşanxaneya Umutê de ji girt gelek kovar û pirtûk desteser kirin. Polîsan li navçeya Pertekê jî di ser mala xwişka Kader Findik de girt.

Xwendevan dê li Kolana Hunerê ya Dêrsimê di demjimêr 17.30'an de daxuyaniyê bidin.