Hate zanîn ku di serdegirtina gundê Esenyurt û navenda Dêrsîmê de 4 kes bi îdîaya "Alîkariya rêxistinê kirin" hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan yekîneyên polîsan li navenda Dêrsîmê û gundê girêdayî navendê Esenyurtê bi ser 4 malan de girt. Di serdegirtina gundê Esenyurtê de welatiyên bi navê Turan Yap û Efendî Cengîz hatin binçavkirin û di serdegirtina li taxê Gazîkê yê Dêrsîmê de jî Taylan Arslan û Ozgur Nakiş ê ku ji ber ameliyatê ji leşkeriyê hatiye destûrê hate binçavkirin. 4 kesên bi îdîaya "Alîkarî dan rêxistinê" hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Dêrsîmê.