5 ciwanên ku li Dêrsimê di serdegirtina malan de hatîn binçavkirin, 3 ji wana bi îdîaya ku “Di vesaziya ciwana ya KCK’ê de cih digirin” hatin girtin.
Li Dêrsimê 5 xwedekarên di 23’ê Gulanê di serdegirtina malan de hatîn binçavkirin, duh birin Edliyeya Meletiyê. Ji xwendekaran Mahîr Kan û Eylem Ulgen ku îfadeya wan li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê hatin girtin, serbest hatin berdan. 3 xwendekarên din jî bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Di rûniştina li 3. Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê Ferhat Pervane, Zekî Kaya û xwendekarekî din ku navê wî nehate zanîn, bi îdîaya ku “Di vesaziya ciwana ya KCK’ê de cih digirin” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.