Li Dêrsimê 2 leşker hatin kuştin

Li Dêrsimê 2 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama pevçûna di 29’ê tîrmehê de li navçeya Pulemura Dêrsimê qewimî de 2 leşker hatin kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn;” got; “6. Di 29'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an de li navçeya Pulemura Dersimê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ji qereqola Kirmizikopruyê derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê artêşa tirk derdora xwe bê ser û ber gulebarana kiriye û bi hewan û obusan jî bombebaran kiriye.”