Li taxa Alibaba ya Dêrsimê polîsan bi ser malekê de girt û bi îdîaya gerîlayên HPG'ê ne 2 kes binçavkirin.
Yekîneyên Midûreta Polîsan li taxa Alibaba ya Dêrsimê bi ser malekê de girt. Polîsan di serdegirtina malê de bi îdîaya gerîlayên HPG'ê ne yek jê jin, yek jê mêr 2 kes û xwediyê malê binçavkirin. 3 kesên hatin binçakirin birin Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê. Ji 3 kesan xwediyê malê serbest hate berdan û lêpirsîna 2 kesan didome.