Li Dêrsim û Qersê operasyonên leşkerî

Li Dêrsim û Qersê operasyonên leşkerî

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya da diyar kir ku operasyonên leşkerî yên di 30’ê hezîran û 1’ê tîrmehê de li Qers û Dêrsimê hatine destpêkirin heta niha berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyona li Pulura Dêrsimê piştî çalakiya gerîlayan hat destpêkirin û ya li navçeya Kaxizmana Qersê hatibû destpêkirin heta niha berdewam dikin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 1'ê tîrmehê di navbera saet 06.00-18.00'an de li ser riya Dersim-Pulurê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn, nasname hatine kontrolkirin. Piştî çalakiyê heta 2'ê Hezîranê saet 09.00'an li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Herweha operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî bi rengê kemîn û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî tê kirin berdewam dike.”

Der barê operasyona li Kaxizmanê de jî ev agahî hatin dayîn; “Di 30'ê Hezîranê de li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî Dêra Sor û Geliyê Penîşê yên bi ser Çemçêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi bi rengê kemîn û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî tê kirin berdewam dike.”