Li Dêrsîmê yekîneyên tîmên taybet serê sibê bi ser gelek mal û Komeleya Xwendekarên Dêrsîmê (DODER) de girtin û herî kêm 5 kes binçavkirin. Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî 2 ciwan hatin binçavkirin.
Li Dêrsîmê yekîneyên tîmên taybet bi ser DODER û gelek malan de girt. Di serdegirtina bi biryara 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê pêk hat de Ferhat Pervane, Zekî Kaya, Çaglar Duran, Kasim Aydin û kesê ku navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. Di serdagirtinan de hard dîsk û telefonên welatiyan ên li malê neyî hatin destserkirin.
Li taxa Harçîk jî bi ser gelek malan de hate girtin û têkildarî binçavkirinan de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Polîsan derî û baceyên DODER'ê ya li Kargeriya Şaredariyê şikandin û wisa ketin avahiyê. Di lêgerînê de tu kes li wir nebû. Di lêgerîna nêzî saet û nîvan berdewam kir de bîlgîsayar, pirtûk û gelek meterayalên din hatin destserkirin. Hate îdîakirin ku kesên hatin binçavkirin bi îdîya "Di nav rêxistina ciwanan a KCK'ê de" pêk hatin.
LI MÊRDÎNÊ 2 BINÇAVÎ
Polîsan li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî serê sibê bi ser malan de girtin. Di serdagirtinan de Îkram Demîr û Mecît Şahîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 2 ciwanan nehate zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Kerboranê. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.