Li Dêrikê tevî cigirê şaredar 10 kes hatin binçavkirin

Li Dêrikê tevî cigirê şaredar 10 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dema heyeta BDP'ê û Cigirê Şaredara Dêrikê belavokên banga mîtînga sibê li Amedê pêk bê belav dikirin, tevî Cigirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî , 10 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di çarçoveya xebat û banga mîtînga ku di pêşengiya KCD û BDP'ê de sibê bi hişyariya "Ji Ocalan re azadî" li Amedê pêk bê, belavok hatin belavkirin. Dema belavok hatin belavkirin Cîgirê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, Cîgirê Şaredar Nedim Karahan, Cîgirê Serokê BDP'a Dêrikê Mahmut Mercan jî di navde 10 kes hatin binçavkirin.

10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dêrikê.