Li Dêrikê şer dewam dike, teqînek dijwar pêk hat

Şerê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê beriya 4 rojan destpê kir, dewam dike, danê êvarî jî teqînek dijwar pêk hat.

Şerê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê beriya 4 rojan destpê kir, dewam dike, danê êvarî jî teqînek dijwar pêk hat. Her wiha 5 kesên li Dêrikê hatibûn binçavkirin jî bi îdîaya ‘ewlehiyê’ şandin Mêrdînê.

Şerê li bajar beriya 4 rojan destpê kir dewam dike. Danê êvarî li Taxa Cevîzpinar teqînek dijwar rû da, piştî teqînê jî ambûlans sewqî cihê bûyerê hat kirin.

Li navçeya ku bi mehan e êrîş dewam dikin, ‘qedexeya kolanan’ a herî dawî 8 rojan berdewam kiribû, bi destpêkirina şer ve li navçeyê 4 roj in qedexeyek emelî di meriyetê de ye.

YÊN HATIN BINÇAVKIRIN SEWQÎ MÊRDÎNÊ HATIN KIRIN

Sabahat Çetîn Kaya, Abdulkerîm Erdem, Mûrat Ozuçalişir, Yaşar Acabey û Mûstafa Kutlar ên danê sibehê li navçeya Dêrika Mêrdînê hatibûn binçavkirin, bi îdîaya ‘ewlehiyê’ ji bo kar û baran biryara şandina Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê hate girtin, xebatkarê şaredariyê Kerem Koyuncu jî serbest hat berdan.