Li Dêrikê li hember qedexeya derketina kolanan ku berxwedana gel didome, hat ragihandin ku li Taxa Kale di berxwedana li hember êrîşên dijwar di encama teqîna mayînan de 5 tîmên taybet mirine.
Li navçeya Dêrikê qedexeya derketina kolanan ku ket roja duyemîn, êrîşên tîmên taybet ên li hember gel dijwar bûn. Li hemberî vê berxwedana gel jî mezin dibe. Li Taxa Kale ya ev sê roj in êrîş bi awayekî zêde didomin, li ser Cadeya Kulube ya li Taxa Kale ku mayîn teqiyan hat ragihandin ku herî kêm 5 polîsên tîmên taybet hatine mirine.
BERXWEDAN MEZIN DIBE
Welatiya bi navê Rûtan Dêrik a ji Taxa Kale ya êrîş lê zêde ne ji ajansa me re axivî diyar kir ku bi qedexeya derketina derve re êrîş her roj zêde dibin. Li hemberî êrîşan gel qedexeyan nas nake û her diçe berxwedan mezin dibe. Dêrik got ku di encama teqîna mayînên li Taxa Kale de 5 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.
GEL QEDEXEYÊ NAS NAKE
Dêrik diyar kir ku li Taxa Kale ji aliyê tîmên taybet û leşkeran bi wesayîtên zirxî êrîş didomin, destnîşan kir ku pevçûn li seranserî Dêrikê belav bûne û bi awayekî bi şîdet didomin. Dêrik ragihand ku bi taybet li Taxa Kale polîs anonsên banga valakirina malan li gel dike, li hember vê jî gel bi giştî derketiye kolanan û çalakiya dengderxistinê li dar dixe.
JI MIZGEFTAN DENGÊ SIRÛDÊN GERÎLA BILIND DIBIN
Dêrik anî ziman ku ketin û derketinên navçeyê hatine girtin, li hember êrîşên sekvanan, leşker û polîsan her diçe berxwedana gel mezintir dibe. Derîk got ku ji mînareyên mizgeftan bi destê ciwanan dengê sirûdên gerîla bilind dibin.
BÛYER DI ÇAPEMENIYÊ DE XUYA NAKIN
Dêrik bi bîr xist ku bûyerên li Dêrikê di çapemeniyê de xuya nakin û wiha got: “Bûyer û berxwedana gel a li vir 3 rojan didome dernakeve çapemeniyê. Gelê li vir dixwazin ev çeteyên ji bo komkujiyê hatine tavilê axa wan terk bikin.”