Li Dêrika Hemko, gava ku gelê Kurd rêveberiya bajarê Dêrka Hemko xist destê xwe, di encama êrîşa leşkerên rejîma Sûriyeyê de ciwanê Kurd ê bi navê Bawer jiyana xwe ji dest da.
Îro di saetên danê sibê de gelê Derka Hemko ji bo bidestxistina rêveberiya bajêr dest bi hewldanan kirin.Bi hezaran kes daketin qadan û di serî de Walîtî, gelek saziyên din ên dewletê bi dest xistin.
Di vê demê de, di encama gulebarana li hemberî girseyê ji aliyê rejîma Esad ve pêk hat de ciwanê Kurd ê bi navê Bawer ê endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi giranî birîndar û piştre jiyana xwe ji dest da.
Kurdan piştî Kobaniyê, rêveberiya Efrînê jî duh bi dest xistin. Li Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe.
Hêjayê gotinê ye ku Kurdan di 19’ê tîrmehê de bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye.