Li Dêrikê çi qewimî; kî bi ser ket?

Li Dêrikê, dewleta ku êrîş kir, xera kir, hilweşand û hemû ruhber hedef girt winda kir. Yê bi ser ket jî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Dêrikê bû, ku kevneşopiya berxwedana Çiyayê Tûrcelê domand û ev ruhê berxwedanê mezin kir.

Li dijî qedexeya neh rojan û êrîşên dewletê, gelê Dêrikê bi ruhê berxwedana Çiyayê Tûrcelê li ber xwe da û di encamê de hêzên dewletê ji taxên xwe derxist. Yê bi ser ket tercîha xwerêveberiyê ya Dêrika Çiyayê Mazî; yê winda kir jî polîtîkayên înkar û yekparêziyê yên dewletê ye.

DESTPÊKÊ ERMENÎ, DÛRE KURD

Dêrik ku warekî kevn ê Ermeniyan e, navê xwe ji hebûna gelek 'Dêr'ên li navçeyê digire. Di Komkujiya 1915'an de bi sedan jin, zarok, ciwan û extiyarên Ermenî, li nava rezên xwe hatin qetilkirin. Piştî Ermeniyan, vê carê Kurd rastî heman polîtîkayên qetlîamker hatin. Li hemberî van polîtîkayên qetlîamkerê, mîna tevahiya Kurdistanê gelê Dêrikê jî dest bi berxwedanê kir.

BERXWEDANA TÛRCEL

Berxwedana 6 PKK'yiyan a di Cotmeha 1979'an de li Çiyayê Tûrcelê li dijî artêşa Tirk meşand, di hişê gelê Dêrikê de hînê gelekî teze ye. Ev berxwedan bi heyranî, bi minetdarî tê bîranîn.

Artêşa Tirk di sala 1979'an de bi hêzên hewayî, bi sedan leşker, tank, top û çekên giran re êrîşî 6 PKK'yiyên li Çiyayê Tûrcelê kirin. Di encama berxwedana destanî ya du rojan de ji van PKK'yiyan 3 şehîd ketin, 3 jî dorpêçî qetandin û rizgar bûn. Cenazeyên 3 PKK'yiyên ku berî şehîd bikevin bi xwîna xwe dirûşme li ser tehtên Tûrcelê nivîsandin, mîna îro rastî hovîtiya hêzên dewletê hatin. Hêzên dewletê cenazeyên 3 PKK'yiyan li pişt wesayîtên zirxî girê dan û anîn nava rezên ku bi sedan Ermenî lê qetil kiribûn. Gelê Dêrikê li vê derê cenaze wergirt û ew spart axê.

'DEWAMIYA RUHÊ TÛRCELÊ; BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ'

Li Çiyayê Tûrcelê, ji tehtên gelekî mezin pêk tê. Gelê Dêrikê dibêje, ji ber bomberdûmana giran a wan rojan, bi dehan parçeyên mezin ên van tehtan wergeriyan nava navçeyê. Di roja îro de li van taxên ku kevirên wan tehtan wergeriyan, weke dewamiya ruhê azadî û berxwedanê ya Çiyayê Tûrcelê, berxwedana xwerêveberiyê derket holê.

Di nava berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de Dêrikê jî cih girt. Li pênc taxên li quntara Çiyayê Tûrcelê, bi pêşengiya ciwanan bersiv ji êrîşên dewletê yên di 25'ê Mijdarê de bi ragihandina qedexeya derketina derve re hat îlankirin, hat dayîn.

'ÊRÎŞ KARÊ DEWLETÊ YE, BERXWEDAN JÎ KARÊ ME YE'

Êrîşan neh rojan dewam kirin. Her tax bi bombeavêj, bi çekên giran ên wesayîtên zirxî û ji hewa jî bi helîkopteran hatin bombekirin. Bi taybetî taxên Cevîzpinar, Kuçukpinar, Dag, Kale û Zeytînpiran li êrîşên giran rast hatin. Şêniyên taxan bi biryardarî li dijî êrîşan sekinîn û bersiv dan. Bi taybetî danê êvarê bi tilîlî, stranên berxwedanê û qîrîna dirûşmeyan, êrîş hatin protestokirin. Ji hoparloran dengê sirûdên berxwedanê berz bûn, berxwedan bi fîşekên hewayî hat xemilandin. Hêzên dewletê li pêşberî berxwedana ku li dijî êrîşan kêlî bi kêlî mezin dibû, matmayî man. Her êrîşê, vîna gelê Dêrikê kir pola. Ciwan û jinên Dêrikê gotin, "Dewlet çiqasî êrîş bike, em ê bêhtir li ber xwe bidin. Dêrik serî natewîne. Eger êrîş karê dewletê be, berxwedan jî karê me ye."

RÊBAZEKE MOGOL A TÊ ZANÎN

Weke rêbazeke kevn a Mogolan, Cengîzhan ji artêşa xwe dixwest, ku li her cihê dagir kiriye, beriya her tiştî malan hilweşînin, bişewitînin û talan bikin. Heman rêbaz piştî hezar salî, di salên 90'î de ji aliyê dewleteke Tirk a din ve li Kurdistanê bi cih hat anîn. Dûre ev rêbaz li Rojava bi taybetî jî li Kobanê ji aliyê çetyên DAIŞ'ê ve li hemberî gelê Kurd hat bikaranîn. Li qadên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê dîsa heman rêbaz ket dewrê. Di roja şeşemîn a êrîşan de ku gelekî dijwar û giran bûbûn, hêzên dewletê ji jorê ve bi helîkopteran êrîşeke giran bir ser van pênc taxan. Bi van êrîşan re mal hatin şewitandin, xerakirin. Li Dêrikê dûxan ji xaniyan bilind dibû, wesayît parçe dibûn. Lê berxwedana xwerêveberiyê jî kêlî bi kêlî mezintir dibû.

NEHIŞTIN AMBÛLANS CIWANÊ BIRÎNDAR RAKE

Di êrîşan de yek jê jin du kes birîndar bûn. Ji birîndaran Halîme Ecer di hundirê mala xwe de bû hedefa guleyan. Yê din Fethî Ozyildiz jî ciwanek e. Fethî bi guleya li nava wî ketî, birîndar bû. Dayika Fethî bi qîrîn û hawar bang li ambûlansê kir, lê hêzên dewletê pêşî li ambûlansa ji bo Fethî hat girtin. Bi saetan xwîn ji Fethî çû û di dawiya dawî de bi hewldanên wekîlên HDP'yî ambûlansê xwe gihandê û ew rakir. Ji ber ku gelek xwîn jê çû û zû nehat tedawîkirin, rewşa wî krîtîk e.

Li Dêrikê tevî êrîşan, polîs û leşkeran avêtin ser malan. Di serdegirtina li gundê Tilbisim de sê kes hatin binçavkirin. Binçavî hînê li Qereqeola Jendermeyan a Dêrikê tên ragirtin.

Hêzên dewletê, ne tenê li mal û wesayîtan, gule li daran û heywanan jî reşandin. Kîjan ruhber didîtin, gule lê direşandin. Bi dehan çêlek, mihî û ker ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve hatin qetilkirin.

BERSIVA DÊRIKÊ YA LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ

Polîtîkaya bêmirovhiştinê li Kurdistanê rewşeke nû nîne. Ev rêbaz ji bo şikandina berxwedana gelê Kurd hat bikaranîn. Li dû êrîşên dijwar ên li kolanên Dêrikê, hêzên dewletê anonsên 'ji malên xwe derkevin, dewlet henekan nake' li gel kirin. Gelê Dêrikê ev bersiv da: "Ev xak a me ye, yê dagirker hûn in, divê hûn ji vir biçin" û çalakiyên xwe zêdetir kir.

ELEKTRÎK Û AV LI SER TÊ BIRÎN

Ji roja destpêkê ve elektrîk û av li ser taxan tên birîn. Li her pênc taxên Dêrikê 9 rojan av û elektrîk li ser hat birîn. Dîsa jî gel ji ya xwe venegeriya û berxwedana xwe mezintir kir.

DIBISTAN VEGUHERÎN ÇEPERÊN TÎMÊN TAYBET

Li taxa Cevîzpinarê Dibistana Navîn ku dewletê navê yek ji pêşengiyên projeya Tirkkirinê Namik Kemal lê kir, ji bo hêzên dewletê weke leşkergehê hat bikaranîn. Hêzên dewletê hundirê dibistanê kirin ku nema karibe bê bikaranîn.

Û GELÊ DÊRIKÊ BI SER KET

Li pêşberî vîna ji pola a gel ku li pêşberî her şêwe zext û êrîşên dewletê netewiya, hêzên dewletê neçar man. Di roja nehemîn de, hêzên dewletê ku kir nekir nikarîbû bikeve nava taxekê, li pêşberî vîna gelê Dêrikê xwe vekişand.

Bi kurt û kurmancî, li Dêrikê, dewleta ku êrîş kir, xera kir, hilweşand û hemû ruhber hedef girt winda kir. Yê bi ser ket jî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Dêrikê bû, ku kevneşopiya berxwedana Çiyayê Tûrcelê domand û ev ruhê berxwedanê mezin kir.