Li Dêrikê 13 kes hatin binçavkirin

Li Dêrikê, di serdegirtinan de Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Rojîn Dûrmaz û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.

Polîsên tevgera taybet û jendermeyan danê vê sibehê li navçeya Mêrdîn Dêrikê avêtin ser gelek malan. Hêzên Tirk bi zorê deriyê malan şikandin û lêgerîn kirin. Hevseroka HDP'ê ya Dêrikê Rojîn Dûrmaz, rêveberên navçeyê Ersîn Bedîrhanoglû, Sûdan Erol, endamên Meclîsa Şaredariya Dêrikê Cengîz Temellî, Mahmût Aktaş, Tahîr Adal, Halît Kayan, xebatkarên şaredariyê Salîh Aydin, Şeyhmûs Ata û Vezîr Yaşar, Sabrî Komurcu, Ozlem Bahçecî û M. Alî Bahçecî hatin binçavkirin.

13 kesên hatin binçavkirin, li Amîriya Emniyetê ya Dêrikê û Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê tên ragirtin. Der barê sedema binçavkirinê de agahî nehat bidestxistin.