Li derdora Hesekê operasyonên paqijkirinê didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku opersyona hêzên wan ên li derdora Hesekê didomin, her wiha li bajaroka Sirîn xebatên lêgerînê dewam dikin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku opersyona hêzên wan ên li derdora Hesekê didomin, her wiha li bajaroka Sirîn xebatên lêgerînê dewam dikin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şerê 24 saetên dawî yên li Hesekê û Sirîn daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin têkildarî şerê li derdora Hesekê wiha hat gotin: “Hêzên me yên ku navenda Hesekê ji çeteyan paqij kirin, operasyonên xwe yên li derdora bajêr berdewam dikin. Hêzên me, li hember mezrayeke nêzikî gundê Recman a başûr-rojhilatê Hesekê  şeva berê ji çeteyan hat paqijkirin, operasyon li dar xistin. Piştî pevçûnên di dirêjahiya şevê de dagirkeriya çeteyan a li ser vê mezrayê, hat bidawîkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Di van pevçûnan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadetê.”

KOBANÊ

Di daxuyaniyê de der barê şer û pevçûnên li Kobanê de jî ev agahî hat dayîn: “Operasyonên hêzên me ya li nêzikî bajaroka Sirîn a başûrê Kobanê berdewam dikin. Şeva din hêzên me li nêzikî gundê Malha ê li başûrê bajaroka Sirînê ye operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de çeteyek hat kuştin. Hêzên me yên ku di bajaroka Sirîn de xebatên legerînê dimeşînin, 1 BKC, 2.500 fîşeka BKC, 1 roketavêja B7, 1 kleş û hejmarek amûrên leşkerî desteser kirin.”